Şeşo: Li Şingalê Pêşmerge 4 sîxur girtin..Agahî didan DAIŞ

Şingal-KDP.info- Li Çiyayê Şingalê 4 kes bi tohmeta sîxuriyê hatin girtin, ku agahî didan çekdarên DAIŞê. Hêzên YPGê jî ew 4 sîxur wek destkeft ji xwe re birin.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji KDP.info re got, “Peşmergeyan 4 êzîdiyên sîxuriya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dikirin girt. Kesên hatîn girtin kurdên êzîdî û ji Şingalê ne lê ew xiyanetiyê li gelê xwe dikin.”
Qasim Şeşo regihand ku ew 4 kesên girtî bi telefonê agahî didan çekdarên DAIŞê û wan li gorî vê yeke hewan berdidan Hêzên Pêşmerge.
Wî Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên da zanîn ku Hêzên Peşmerge bi şopandinê ew 4 kes girtine.
Şeşo got 4 kesên Hezên Pêşmerge girtîn ji DAIŞê pere standin û derheqê cihên peşmerge de agahî didan wan.
Herwiha Qasim destnîşan kir ku ew 4 kes niha li destê YPGê de ne lê piştî lêpirsine dê radestî Hêzên Pêşmerge bikin.




