Hêmin Hewramî: Hêzên Pêşmerge ber bi Kobanê birê ketin

Hewlêr-KDP.info- Bi dehan Pêşmerge yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve îro biriya Kobanê ketin ku çekên nîvgiran bi wan re ne ku ligel xwe bibin.
Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ragihand ku, “Hêzên Pêşmerge bi riya bejayî ber bi Kobanê birêketin.”
Beriya nîvro Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji KDP.info re ragihand: “Helwesta Tirkiyeyê bi razîbûn li ser derbasbûna Hêzên Pêşmerge û çûna wan bo Kobanê erênî ye. Herwiha helwesta PYDê jî di pêşwezîkirina hêzên me ji bona hevkariya birayên xwe li Kobanê, erênî ye.”
Derbarê çekên ku Hêzên Pêşmerge ligel xwe dibin, Helgurd Hikmet ragihand: “Ew çek yên Herêma Kurdistanê ne, ne yê hevpeymaniya navdewletî ne.”




