26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NYê serxweşî li malbatên şehîdên Pêşmerge kir..Şanaziyê bi pêşkeftinên Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezirê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got,  ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew dixwazin fersendekê bidin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Serokwezirê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kenneth Eliasson û Nûenrê Taybet yê NYyê yê Iraqê Nikolay Mladenov û şanda li gel wan kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navdewletî kir û ragihand ku, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi hevkariyên leşkerî û mirovî bêtir ji civaka navdewletî heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtinê de ragihand ku ewê piştgiriya Hikûmeta Iraqê bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbeyna Hewlêr û Bexdayê dê derfetekê bidin Serokwezîre Iraqê Heyder Ebadî.

Barzanî di hevdîtina li gel Cîgirê Sekreterê Giştî yê NYyê Jan Kenneth Eliasson û Nûnerê Taybet yê NYyê yê Iraqê Nikolay Mladenov pêkanî de têkoşîna li dijî terorîstan nirxand û got, “Hêzên Pêşmerge di şereke giran de li ser navê hemû cihanê şer dikin.”

Herwiha Eliasson jî ragihand ku li Herêma Kurdistanê milyon û nîv penaber hene û sipasiya gelê Kurdistanê kir û sersaxiya malbatên şehîdan xwest.”

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) pirse û serxweşî NYê ji malbatên şehîdên Pêşmerge re şand û tekez kir ku ew şanaziyê bi pêşkeftinên Herêma Kurdistanê dikin.
 

Nûçeyên têkildar