25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Şer berdewam e..Balafir jî li DAIŞê didin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Li nava bajarê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Li gorî çavkaniyên nav bajarê Kobanê, îro Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li rojavayê Kobanê di operasyonekê de li çeperên DAIŞê dan.

Herwiha li rojhilatê bajêr li nêzkî taxa Pêşesaziyê, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de berdeam e.

Balafirên şer li nêzîkî deriyê sînorî yê Murşidpinarê yê navbera Bakur û Kobanê li çekdarên DAIŞê dan.

Heman çavkaniyan ragihandin ku, şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de li nêzîkî deriyê sînorî yê Murşidpinarê giran bûye.

Herwiha hat ragihand ku ew penaberên Kobanê yên ku li ser sînorê Kobaê asê mane rewşa wan pir xirab e û di warê derman û xwarinê de pir tengav bûne.

Heman çavkanî dan zanîn ku, li ser sînor gellek kes mane ku hêzên tirk nahêlin derbasî Bakur bibin ji ber wê jî rewşa wan pir xirab e bi taybet rewşa zarokan pir nebaş e.
 

Nûçeyên têkildar