Nivîsingeha Berdevkê PDKê: Tenê em daxuyanî û belavokên Polîtburoya YNKê nas dikin

Hewlêr-KDP.info- Çavkaniyekî ji nivîsingeha Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistnê (PDKê) ji bilî kêmkirin ji buhayê wê daxuyaniya Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), ku îro belav kiriye, ji ber ku wek nêrîna fermî ya YNKê nayê zanîn, PDKê radighîne ku, derbarê pirs û pêşhatên siyasî û helwest wergirtin, em tenê daxuyanî û belavokên Polîtburoya YNKê nas dikin.
Tekesta daxuyaniya çavkaniyekî ji nivîsingeha Berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistnê:
Derbarê belavoka dawî ya Encûmena Navendî ya YNKê ku di roja 25/10/2014 belav kiriye, çavkaniyek ji nivîsingeha Berdevkê fermî yê PDKê ragihand: Em wek PDKê li gorî wê ezmûna me ya ligel wê encûmena navhatî de, berdewam ew yek diyar kiriye ku daxuyaniya wê encûmenê ne nêrîna û helwesta fermî ya YNKê ye.
Lewma em wek PDKê bo her giriftek û pirs û pêşhateyên siyasî û helwestwergirtin, tenê daxuyaniya û belavokên Polîtburoya YNKê nas dikin, çi bi erênî be û çi bi nerênî jî be.




