26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Iraqê li Enbarê 14 navçe ji DAIŞ rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Fermandarekî Artêşa Iraqê ragihand ku hêzên iraqî karîn 14 navçeyên derdora bjerokê Bexdadî û Hîtê li parêzgeha Enbarê ji çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Fermandarê devera Bexdadî ya parêzgeha Enbarê Eqîd Şeiban Ubeydî di daxuyaniyekê de ragihand: “Artêşa Iraqê 14 navçeyên derdora bajerokê Bexdadî û Hîtê yên parêzgeha Enbarê (110 km rojavayê Bexdayê) ji destê DAIŞê derxistin û niha ew çekdar direvin bajerokê Hîtê û navçeyên din ê wê deverê.”

Wî fernandarî wiha got: “Artêş û hêzên ewlekariyê yên Iraqê niha pêşve diçin berev bajerokê Hît û tê pêşbînîkirin ku di çend rojên bê de ew bajerok ji DAIŞê bê standin.”

Herwiha li gorî Serokê Encûmena parêzgeha Enbarê Sebah Kerhut, niha bêtir %80 ji parêzgeha Enbarê ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar