New York Times: Bexda ditirse petrol bibe sedema serxwebûna Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Rojnameya New York Times a amerîkî derbarê nakokiya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, raportek belavkiriye û tê de dibêje ku tirsa Bexdayê ji wê yekê heye ku, qazenca petrolê bibe destpêka serxwebûna Kurdistanê û veqetandina wê ji Iraqê. Herwiha berpirsekî berê yê Amerîkayê ragihand ku serxwebûna kurdan misoger e.
Hikûmeta Bexdayê dixwaze ku Herêma Kurdistanê tenê bi riya Wezareta Petrolê ya Iraqê proseya firotina petrola Başûrê Kurdistanê pêk bîne û %83 ji dahata wê petrolê ji Bexdayê re vegerîne.
Wê rojnameyê her wiha amaje bi wê yekê da ku niha rayedarên kurd di wê hêviyê de ne ku pêwîstiya kiryarên navdewletî bi petrola Kurdistanê heye û roj li pey roj henardekirina petrola Kurdistanê bibe tiştekî qanunî û Bexda nikaribe rê li pêşiya wê bigre.
Şanderê taybet yê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karubarên Enerjiya Cîhanê ragihand ku, ew hewlên ku kurd di gotûbêjên xwe ligel Bexdayê de dide, ne tenê ji bona çareserkirina nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê ne, lê belê zêdetir bo karkirin bo serxwebûna Kurdistanê ne.
Berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Michael Makovsky ji rojnameya New York Times re got ku, hizra serxwebûna Kurdistanê ne tiştekî misoger e. Dostên wan yên nêzîk di nava Amerîkayê de hene û Tirkiye û welatên Ewropayê jî pêwîstiya wan bi petrol û gaza Kurdan heye.




