26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hêzên Pêşmerge ranawestin heta ku hemû axa Kurdistanê neyê rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, her yek ji wan Pêşmergeyên ku şehîd û birîndar bûne bi sedan û hezaran welatiyên sivîl ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine ku heta hetayê cihê şanaziyê ne bo Kurd û Kurdistanê

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Zumar di civîneke çapemeniyê de got: “Zumar û 17 gundên wê du roj dibe ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatine azadkirin. Evna serkeftineke mezin a Hêzên Pêşmerge bû ku hinek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, lê her yek ji wan Pêşmergeyan jiyana bi sedan û hezaran welatiyên sivîl ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin ku heta hetayê cihê şanaziyê ne bo Kurd û Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku pêşdeçûna Pêşmergeyên Kurdistanê ranaweste heta hemû axa Kurdistanê neyê rizgarkirin. Li ser pirsa ka gelo piştî rizgarkirina hemû axa Kurdistanê Pêşmerge dê êrîşên xwe rawestînin? Mesrûr Barzanî wiha bersiv da: “Piştî azadkirina hemû axa Kurdistanê, meseleya xistina tevgera Pêşmergeyan bo cihên din bi Parlamentoya Kurdistanê ve girêdayî ye û parlamento biryar dide, her wek çawa biryar da ku Pêşmerge biçin bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.”

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bal kişand ser alîkariya hêzên hevpeyman û wiha axifî: “Hêzên hevpeyman bi awayekî baş bersiva daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dan, lê belê heta niha çekên giran negehiştine me, ew çekên ku gehiştine Herêma Kurdistanê çekên sivik û navendî ne, lê ligel vêna jî Pêşmerge wek hûn dibînin her ber bi pêşde diçin û vaye Zumar rizgar kirin, evna xaleke girîng e bo rizgarkirina Şingalê daku ji çekdarên DAİŞ’ê were paqij kirin.”

Li ser wêya gelo Iraqê di warê çekan de heta çi astekê alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, Mesrûr Barzanî got: “Mixabin di vî warê de ti alîkariyeke Iraqê çênebûye, herwiha niha pirsgirêkên wê bi xwe hene ka çawa wan cihan biparêze ku di destê wê de mane, tenê spas dikin û di warê esmanî de jî alîkariya me kirine.”

Li ser alîkariyên Herêma Kurdistanê bo Kobanê jî, Mesrûr Barzanî wiha axifî: “Tişta ji destê me hatiye me kiriye û em dê berdewam jî bin, ji ber em parastina her bosteke axa Kurdistanê wek erk dibînin. Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe çendîn car gotiye ku tişta ji Hewlêrê re kirine dê bo Kobanê jî bikin, ne tenê bo wê derê ji bo hemû cihekî Rojavayê Kurdistanê tişta ji destê me were em dê bikin.”

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji rojnamevanan jî kir ku hinek agahiyên hestyar hene li eniyên şer ên Hêzên Pêşmerge divê agahdar bin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ne tenê dost berê xwe didin medyayê, lê çavê dijmin jî li ser e û dikarin sûd ji wan bernameyan werbigirin ku medya navxeyî belav dike.”

Basnews

Nûçeyên têkildar