Parlamento vê hevteyê budce gotûbêj neke..Heta sala bê nayê pesendkirin

Bexda-KDP.info- Parlemantarekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê dibje ku, pêwîst e vê hefteyê piroje budceya giştî ya Iraqê bighê, ji ber ku eger Parlamento vê hevteyê budce gotûbêj neke, heta sala bê nayê pesendkirin.
Erdelan Nuredîn, perlemanterê Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê ji KDP.info re ragihand ku, “Ji 1-11-2014 dê Parlamento dest bi bêhinvedana xwe bike û heyamê 2 mehan berdewam be. Lewma pêwîst e beriya serê mehê piroje yasaya budceya Iraqê ji bo Parlementoyê ve bê şandin û eger ji aliyê Hikûmetê vehat şandin, Parlamento nakeve bêhinvedanê heta ku ew piroje yasaye neyê pesend kirin.”
Wî parlemanterê Kurd li Bexdayê ragihand ku, “Heta dawiya vê mehê ew piroje yasaye bo Parlamento neyê şandin, dê Parlamentoya Iraqê bêhinvedana xwe werbigre û pesendkirina wê wê bikeve sala bê de.”
Erdelan Nuredîn da zanîn ku, “Biryar e sibe Parlamentoya Iraqê biçive, lê heta niha nexuyaye ku ew pirje yasaye dê ji aliyê hikûmetê ve bê şandin yan na.”




