Şervanên kurd dîsa nehiştin DAIŞ bakurê Kobanê bigre

Kobanî-KDP.info- Şervanên kurd dîsa bersiva êrişên DAIŞê ji aliyê bakurê Kobanê dan, ku ew çekdar dixwazin bajêr ji aliyê bakur jî bigrin da ku alîkarî û piştevanî neghên nava Kobanê.
Li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, ev roja çaremîn e ku çekdarên DAIŞê êriş dikin ser taxên bakurê kobanê da ku kontrol bike û bajêr ji herçar aliyan ve dorpêç bikin, da ku ne biştevanî derbasî nava bajêr bibin û ne jî kurd karibin birîndarên xwe bighînin Tirkiyeyê.
Şervanên kurd li Kobanê li hêviya gihîştina alîkarî û piştevaniyê ne ji Hêzên Pêşmerge.
Tevî ku çek û cebelxaneyên wan kêm in, lê dîsa wan şervanan karîn li pêşiya wan êrişan xwe bigrin û bersiva çekdarên DAIŞê bidin.
Herwiha şer û pevçûn di navbera şervanên YPG û çekdarên DAIŞê de şevê din li eniya başûrê rojhilatê Kobanê berdewam bû.
Bi taybetî li bazara Hal û Kanî Ereban şerê giran derketin, ku li aliyê başûrê bajêr 7 çekdar hatin kuştin.
Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî di rojên borî de operasyonên xwe û lêdana çeperên DAIŞê zêdetir kirine, ku vê yekê bandoreke mezin li DAIŞê kir û ji çend eniyan paş vekişiya.
Tevî ku DAIŞ hewl dide ku ziyanên xwe veşêre, lê Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê dide xuyakirin ku ziyanên wan yên canî pir mezinin.
Li Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê de didome.
Heriwa hêzên kurdî li Kobanê bang li hevpeymaniya navdewletî kirine ku êrişên xwe li dijî DAIŞê zêde bikin.




