DAIŞ 125 term birne nexweşxaneya Mûsilê

Mûsil-KDP.info- Berpirsekî Patiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê rizgarkirina devera Zummarê ragihand ku di wî şerî de zyanekî mezin gehîştiye trorîstên DAIŞê û 125 termên xwe birine nexweşxaneya Mûsilê. Herwiha tekez dike ku DAIŞ 20 serbazên artêşa Iraqê jî kuştine.
Seyîd Memozînî Berpirsê Ragihandina liqa 14 ya PDKê li Mûsilê ji KDP.info re ragiahnd: “Vê sibehê çekdarên DAIŞê li parêzgeha Mûsilê 20 serbazên berê yên artêşa Iraql gulebaran kirin ji ber ku dijayetiya wan kiribûn.”
Memozînî wiha domand: “Xelkê Mûsilê pir ji DAIŞê dilgiran bûne û duhî li taxa Kerame ya Bajarê Mûsilê şer di navbera welatiyan û DAIŞê de derket.”
Berpirsê Ragihandina liqa 14 ya PDKê li Mûsilê da zanin ku, “Di wî şerî de zyanekî mezin gehîştiye trorîstên DAIŞê û 125 termên xwe birine nexweşxaneya Mûsilê. Herwiha tekez dike ku DAIŞ 20 serbazên artêşa Iraqê jî kuştine.”




