Kurdên Hollendayê sipasiya Hikûmeta wî welatî kirin..Helwesta Serok Barzanî bilin nirxandin

Hollenda-KDP.info- Kurdên welatê Hollendayê di xwepêşandanekê de sipasiya helwest û alîkariya wî welatî bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, kirin. Herwiha sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin ku bû sedema lihevkirina aliyên Rojava û pêkanîna Rêkeftina Dihokê.
Ji ber bejdarîkirina dewleta Hollenda di hevpeymaniya li dijî terorîstên DAIŞê û alîkariya serbazî bo Hêzên Pêşmerge û alîkariya mirovî ji bo lêqewmiyên Kurd li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Den Haagê ku dibe payxtexta siyasî ya welatê Hollenda revenda Kurd tevî nûnerên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û komelên cemawerî yên Kurdî li welatê Hollenda li bin baraneka gellekî bi hêz li pêşberî wezareta derve ya Hollenda sipasiya Hikûmeta Hollenda kirin ji ber helwêsta Hikumeta Hollenda ya dostane beramberî Hikûmet û xelkê Kurdistanê.
Komîteya nûnerên revenda Kurdî li Hollenda serdana Wezareta Derve ya Hollenda kir ku pêkhatibû ji birêzan, Selman Hisên ji (ENKS), Çîmên Neqeşbendî ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Sîdar Bîngol ji Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) û ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), birêzan Azad Mecîd û Şêrzad Yunis Rojbeyanî û bi germî ji aliyê nûnerê wezareta devrve ya Hollenda hatin pêşwazîkirin.
Komîteyê yadaşnameyak têr û pir pêşkêşî Wezareta Derve ya welatê Hollenadayê kir.
Di wê yadaşnamê de tenê sipasî li Hollenda nehat kirin, lê her weha çend daxwaz û têbînî di yadaşnamê de hatibûn nivîsîn, ku yek ji wan daxwazan ew bû ku di nav Wezareta Derve ya Hollenda beşê Rojhelata Navîn de dosiya Kurdî bê vekirin ku bi taybetî girêdayî Kurdistanê be.
Herwiha daxwaz hate kirin ku Hollenda cografiyaya Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê nas bike.
Xelka dî jî ew bû ku Hollenda zorê li Tirkiyeyê bike ku kurdên Rojavayê Kurdistanê wek gef nebîne û statuya ku niha ew tê de ne qebûl bike.
Daxwaz ji Hikûmeta Hollenda hate kirin zêdetir alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê bike ewên li dervey Rojava dijîn û bi taybetî bi awayekî baştir alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin ji ber ku niha gellek penaberan berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.
Bejdarboyên xwepêşandanê zarok û xort û kal û pîr bûn û hemiyan bi hevre li jêr ala Kurdistanê ya rengîn û pîroz bi yek dengî slogan davêtin wek: Bijî Yeketiya gelê Kurd, Bijî Berxwedana Kobanê, Bijî Berxwedana Şengalê, Bijî Pêşmerge, Bijî rêkeftina Dihokê.
Gencê Kurd Ehmed Mihemed ku yek ji xwepêşanderan bû wiha got: “Em sipasiya Serok Barzanî dikin ku hêzên Rojavayê Kurdistanê li hev anîn. Eger Kurd bibin yek ti kes êdî zilm û zordariyê li wan nake”.
Çalakvanê Kurd Dilyar Dêrikî li ser vê pêşkeftina yeketiya Gelê Kurd sipasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ji bo serperiştiya Rêkeftina Dihokê û sipasiya TEV-DEM û ENKSê kir û wiha got: “Eger ew rêkeftin pêk bê dê Kurd bin lîstîkvanên yariyên nêvdewletî. Bila Kurd nemînin kevir di lîstoka şetrencê de”.
Nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Qado Şêrîn jî wiha got: “Di vê demê de pêwîste gelê Kurd yekîtiya xwe biparêzin û ji wan tê xwestin ku hemû aliyek helwesta xwe diyar bikin bi û yek helwêst bin, her weha li derve jî piştgiriya pêşmerge û şervanên Kurd bikin da ku moralê wana bilnd bibe”.
Qado Şêrîn Her weha got: “Kurd di dîrokê de, di şeran de şikestin nedîtine lê mixabin li ser masan û siyasetê de têkçone û eger jî nebûna yekrêziyê di nav wan de bû”.
Pêşmergê Şoreşa Gulanê Ehmed Hemo Hacanî jî di derheqê rêkeftina Dihokê û erêkirina Parlementoya Kurdistanê li ser daxwaza Serok Barzanî bo şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, wiha got: “Rêkeftina Dihokê cihê dilxweşiya me ye û em dixwazin hemû miletê Kurd bibin yek deng û yek helwêst. Herwiha çona pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê nîşana dewletbûnê û serxwebûnê ye û navek mezin e û cihê serkeftina Gelê Kurd e”.
Zarokê Kurd yê bi navê Rojar yê 8 salî plankartek di destên wî de bû û li ser nivîsîbû ‘STOP ISIS’, wî got ew ji hatiye vê xwepêşandanê da ku piştgiriya zarokên Kurdistanê bike ewên niha dimirin bi destên terorîstên DAIŞê û li ser wê rêxistinê jî wiha got: ”Ew mirovên pîs in û xelkê dikujin û agir bi malê xelkê dixin.”
Gernas Amedî yek ji xwepêşanderan bû, di xwepêşandanê de da zanîn kut ew li wêrê amade bûye ku sipasiya Hikumeta Hollenda bike ku balefirên xwe yên şer şandine şerê li dijî DAIŞê û li ser rêkeftina Dihokê jî got: “Em bi Rêkeftina Dihokê gellekî kêfxweş in û wê rêkeftinê serê me bilind kir”.
Şêrzad Yunis Rojbeyanî ji PDKê diyar kir ku rayedarên Hikûmeta Hollenda hevfikir ligel wana li ser nêrînên kurdan ku DAIŞ gefeke li ser hemû cîhanê û pêwîst e baştir alîkariya pêşmergeyan bê kirin ji ber ku Hêzên Pêşmerge li ser nave hemû cîhana sîvîl şerê DAIŞ dike.
Xwepêşandana aştiyane piştî sê demjimêran bi dawî hat.




