Ednan Kerkûkî: Çekdarên Şîe bi htine ku li Kerkûkê bimînin, ne şerê DAIŞê bikin

Kerkûk-KDP.info- Berdevkê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li Kerkûk- Germiyan ragihand ku, Hêzên çekdarî yên Şîe bi mebesta bicihbûna li derdora Kerkûkê û navçeyên din hatine, ni ji bona şerê DAIŞê, ev yek jî wê di pêşerojê de bandoreke xerab bike.
Ednan Kerkûkî Berdevkê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li Kerkûk- Germiyan ji KDP.info re ragihand: “Ji roja yekê em ne ligel hatina wan çekdara ne bo Kerkûkê û navçeyên din, lê mixabin ji aliyê hinek alî hêsankarî ji hatina wan re hat kirin û çek û teqemenî jî dane wan, heta ku bi henceta şerê DAIŞê hatin navçeyê, lê niha nêta wan hat xuyakirin û xelk li aliyê Xormatûyê bi eşkere dijayetiya wan dikin û ji hatina wan dilgiranin.”
Kerkûkî wiha got: “Ti hevahengiya wan ligel Hêzên Pêşmerge nîneû dixwazin xwe feriz bikin. Eger hatibin şerê DAIŞê, niha çekdarên DAIŞê li Sediye û Celewleyê hene, çima naçin şerê wan nakin? Lewma ne tenê Kurd, lê belê ereb jî bi hatina wan çekdaran dilgiran in, bi taybetî li navçeyên Kerkûkê.”
Berdevkê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) li Kerkûk- Germiyan Ednan Kerkûkî ragihand: “Ew çekdar bi piştevaniya derve hatine navçeyê, ne ji bo şerê DAIŞê û ev yek bi zelalî diyar e, mana wan çekdarn dê bandoreke xerab bike di pêşerojê de, ji ber ku ew hêz hatine li wir bimînin û venegerin.”




