26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li navçeya Geverê 3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Li navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrgê leşkerên Tirkiyeyê di sûka bajêr de rastî êrîşê hatin û di encama êrîşê de 3 hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a Tirkî belav kirine ku, îro li kolana Cengiz Topel kesek an jî hin kesên nasnameya wan ne diyar bi çekan êriş li 3 leşkerên Tirkiyeyê li dar xistin.

Di encama êrîşê de 3 leşkerên Tirkiyeyê birindarbûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Geverê. Her sê leşker li nexweşxaneyê mirin.

Tê gotin her sê leşker ji bo izna heftane derketibûn sûke.

Li cihê bûyerê tedbira ewlekariyê hat stand û ji bo girtina êrîşkaran lêkolîn hat destpêkirin.
 

Nûçeyên têkildar