Heyder Ebadî: Rizgarkirina nahiyeya Cerf Essehir mifteya serkeftinê ye

Ajans-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got rizgarkirina Cerf Essehirê mifteya serkeftina herêmên Iraqê yên destê rêxistina DAIŞê de ne.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekî nivîskî de ragihand ku rizgarkirina Cerf Essehir di aliyê pêşveçûnê de gavek baş e û got, “Ev mifteya rizgarkirina herêmên din ên Iraqê ye.”
Wezareta Navxweyî ya Iraqê piştî ku nahiyeya Cerf Essehirê ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê hatî rizgarkirin weneyê Wezîrê Navxweyî Mihemed Gaban yê li gel leşkerên Iraqê û şervanên dilxwaz kişandî weşandibû.
Wezareta Parastina Iraqê ragihandibû herêmen di bin kontrola DAIŞê de Cerf Essehir û Ruweiye ji aliye Artêşa Iraqê û şervanên dilxwaz ve hat rizgarkirin.
Hêzên Arteşa Iraqê û mîlîsên dilxwaz ên şiî pênçşema borî operasyon li nahiya Cerf Esehirê ya ku 4 heyv in endamên DAIŞê dorpêç kirin lidraxistinbûn.
Nahiya Cerf Esehir di navbera Bexda û Babîlê de herêmekî stratejîk e û tenê 35 kilometreyan ji Babîlê dûr e.




