26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şeşo: Hêzêm Pêşmerge li Şingalê bi tundî li DAIŞê dan û 150 çekdar kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Li Şingalê ev hefteyeke ku şer di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de berdewam e. Fermandarekî Hêzên Pêşmerge jî dibêje ku, ziyanekî mezin li wê deverê gihîştiye DAIŞê û bêhtirî 150 çekdarên wan kuştine.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Heta îro jî şer di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê berdewam bû û pêşmerge bi tundî li wan dan û ziyanekî mezin gehandin wan çekdaran.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “DAIŞê çendîn êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê û Mezara Şêx Şerefdîn kirin, lê Hêzên Pêşmerge qehremane bersiva wan da û êrişên wan pûç kirin û piraniya wan kesên ku êriş dikirin hatin kuştin.”

Şeşo wiha got: “Ya divê bi ser laşê me de biçin yan jî em rê nadin wan ku nêzîkî Mezarê Şêx Şerefdîn bibin, ji ber ku niha bêhtirî 100 xortî bi çekên giran parêzgariyê li wê mezargehê dikin.”

Derbarê ziyanên ku gihîştine wan terorîstan jî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo wiha got: “Bêhtirî 150 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û çendîn otombîlên wan ketine têk birin.”
 

Nûçeyên têkildar