25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterekî kurd ê Rûsyayê milyonek dolar da penaberan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info– Parlamenterê kurd ê Rûsyayê Zelîm Xan 1 milyon dolar ji bo dabînkirina pêdiviyên penaberan pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir. Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî ragihand, ev cara sêyemîne alîkariyên malbata Zelîm Xan ji Kurdistanê re tên şandin.

Parlamenterê kurd ê Rûsyayê Zelîm Xan ku çend roj berê balafirek alîkariyên mirovî ji Rûsyayê anîbû Kurdistanê, îro serdana navenda giştî ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û ji aliyê Serokê Dezgehê Ezîz şêx Reza û alîkarî wî Mûsa Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê, şêx Rez û Zelîm Xan derketin pêşberî rojnamevanan.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiya Zelîm Xan, malbata wî û hikûmeta Rûsyayê kir ji ber wan alîkariyên ku ji penaberên Herêma Kurdistanê re şandine.

Her wiha xelata qedirzanîn û hurmetê ya dezgehê pêşkêşî Zelîm Xan hat kirin.

Parlamenterê kurd ê Rûsyayê Zelîm Xan jî diyar kir ku ew heta sax be dê alîkariya penaberan bike.

Zelîm Xan li ser helwesta Rûsyayê ya li hember şerê li dijî DAIŞê de jî got, hikûmeta Rûsyayê ji destpêka êrişên DAIŞê li dijî Kurdistan û Iraqê alîkariya hikûmeta Iraqê kiriye, ji şandina balafirên şer bigire heta şandina alîkariyên mirovî û dê li ser vê yekê jî berdewam be.

Alîkarê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî da zanîn ku Zelîm Xan 1 milyon dolar ji bo dabînkirina pêdiviyên penaberan pêşkêşî dezgehê kiriye her wiha bi qasî 500 hezar dolar kelûpel ji penaberan re kiriye.

Mûsa Ehmed her wiha diyar kir ku Zelîm Xan 80 ton xwarin û alîkariyên mirovî jî ji penaberên Kurdistan û Iraqê re aniye.
 

Nûçeyên têkildar