Zummar..Ziyanekî canî û madî mezin geha DAIŞ..Gellek çekên wan ketin destê Pêşmerge

Zummar-KDP.info- Di encama êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge li Zummarê, devereke berhireh ji Zummar ket destê Hêzên Pêşmerge. Çavkaniyekî ji leşkerî jî tekez kir ku hejmareke mezin ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin û termên xwe li wir hiştin, her wiha bi dehan otombîlên wan hatin têk birin û Hêzên Pêşmerge destê xwe danîn ser gellek çek û teqemeniyên DAIŞê.
Vê sibehê Hêzên Pêşmerge dest bi êrişeke berhireh bo rizgarkirina nahiyeya Zummarê û derdora wê kirin, ew jî bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî û bi pilaneke leşkerî bihêz li dijî çekdarên DAIŞê.
Çavkaniyekî leşkerî li eniya Rojavayê Dîcle taybet ji KDP.info re ragihand: “Di encama wê êrîşa qehremanî de sînorekî berfireh ji devera Zummarê û derdora wê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin û ziyanekî mezin gehandin çekdarên DAIŞê.”
Wî çavkanî wiha domand: “Di wî êrişê de her zû çeperên DAIŞî têk çûn û gellek gund hatin rizgarkirin û piştre nahiyeya Zummarê ji wan çekdaran hat paqijkirin.”
Derbarê ziyanên wan terorîstan di wê helmeta berfireh ya Hêzên Pêşmerge de, wî çavkanî wiha got: “Di vê dastana qehremanî de hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan termên xwe li şûna xwe hiştin û bi dehan otombîlên leşkerî yên DAIŞê hatin têkbirin û Hêzên Pêşmerge destê xwe danîn ser hejmareke mezin ji çek û teqemeniyan.”
Hêjayî gotinê ye ku, di vê operasyonê de hêzên Fermandeya Zêrevanî, Fermandeya Helgurd, Fermandeya Hêza Piştevaniya 1, Fermandeya Dihokê, Hêzên Parastina Jîngeha Dihokê, Hêzên Xwebexiş ên sînorê liqa 8 a PDKê, Lîwaya 4 a Hevbeş, Leşkerê Taybetên 2 û Topxane û Yekeyên Taybet ên 1 û Gulan û Antî-Terorê yên Hewlêrê, tê de beşdar bûn.




