Zummar bi temamî hat azadkirin..Pêşmerge serkeftineke din tomar kirin

Zummar-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Zummarê azadkirina bajerokê Zummarê bi temamî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ragihand. Herwiha tekez dike ku di dema êrişa qehremanî ya Hêzên Pêşmerge de ziyanekî mezin giha terorîstên DAIŞê û gellek terim li şûna xwe hiştin.
Muqedem Celal Fermandarê Hêzên Pêşmerge hi KDP.info re ragihand: “Piştî şeregçkî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê ku ji seat 6ê sibehê dest pê kir, Hêzên Pêşmerge karîn nahiyeya Zummarê bi yekcarî azad bikin û ziyaneke mezin bighînin DAIŞê.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge tekez kir ku, “Niha tenê hinek pevçûnên biçûk li navçeya Girvir maye ku 3-4 çekdar di avahiyekê de mane û Hêzên Pêşmerge hewil dide wî cihî jî azad bike.”
Muqedem Celal wiha got: “Hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin, bi awayekî ku ti çekdarek nikarî bireve, ewên ku li pêşiya Hêzên Pêşmerge sekinîn hemû hatin Kuştin.”




