26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Til Şeîr hat rizgar kirin.. Şer û pevçûn berdewam e

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Piştî bombebarana balafirên şer ên hevpaymaniya navdewletî û êrişa şervanên kurd û Artêşa Azad a operasyona Sûriyê, îro devera Til Şeîrê xistin destê xwe. Her wiha hat gotin ku şerekî giran di nav bajêr berdewam e.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ser sînorê Bakurê Kurdistanê, Di şerekî giran li Til Şeîrê derket û di wî şerî de 11 kuştiyên DAIŞê ketin destê şervanên YPGê.

Çekdarên DAIŞê carna devera Girê Til Şeîrê ku 5 km ji Kobanî dûr e, bi rokêtan topbaran dikin.

Li gorî agahiyên herî dawî ku danê sibê rewşa Kobanê bêdeng bû lê danê nîvro dîsa şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de dest pê kir bi taybetî li taxên Pîşesaziyê û 48 yên bajêr.

Herwiha li gorî heman çavkaniyan, niha şerekî giran li rojhilatê Kobanê di navbera şervanên kurd û DAIŞê de berdewam e.

Her wiha hat gotin ku bi germbûna şer re balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman jî êrişî çekdarên DAIŞê yên li nav û derdora Kobanê kirin û niha jî şer û bombebaran didom.

Nûçeyên têkildar