Mislim: Artêşa Azad a operasyona Sûriyê ti hêzekê naşîne Kobanê

Hewlêr-KDP.info– Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand, ew nûçe û raporên ku dibêjin Artêşa Azad a operasyon Sûriyê dê hêz bişîne Kobanê, hemû ne rast in.
Ev du-sê roj in tê gotin ku Artêşa Azad a operasyo Sûriyê jî dê hêz bişîne Kobanê.
Yek ji fermandarên Artêşa Azad bi navê Abdulcebar Egîdî gotibû, ew dê 1350 çekdarên xwe bişînin Kobanî û plan dikin, di heyama 36 saetan de xwe bigihînin Kobanê.
Herî dawî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Estonyayê ragihand ku PYDê qebûl kiriye 1300 çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê derbasî Kobanê bibin.
Lê Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser vê yekê ragihand, tiştekî wisa tine û nûçe û raporên wisa bi enqest tên belavkirin û dixwazin aloziyê çêbikin.
Salih Mislim her wiha got, jixwe hinek hêzên Artêşa Azad li Kobanî şer dikin ji ber wê jî ew nûçe hemû derew in.




