26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge hefteya bê bi çekên giran diçin Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku karî Tirkiyeyê û welatên hevpeymaniya navdewletî razî bike bi şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, biryr e hefteya bê ew hêz bi çekên giran bighên bajarê Kobanê.

Emîd Helgurd Hikmet Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: Niha amadekarî bi temamî bo çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê hatiye kirin ku hejmara wan 155 kes e, lê dê bi çekên giran biçin Kobanê. Çûna Hêzên Pêşmerge li ser daxwaza Rojavayê Kurdistanê bû.

Derbarê dema çûna wê hêzê jî bo Kobanê, Emîd Helgurd Hikmet wiha domand: “Biryar e hefteya bê Hêzên Pêşmerge berev Kobanî biçin û bi riya Tirkiyeyê biçin wî bajarî.
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge wiha got: Heta niha fermande û serpiriştiyarê wê hêzê nehatiye diyar kirin.”

Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, “Çûna Hêzên Pêşmerge û alîkariya Rojavayê Kurdistanê bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku karî Tirkiyeyê û welatên hevpeymaniya navdewletî razî bike.”

Nûçeyên têkildar