26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şerê Kobanê dijwar bûye û hinek dever ketine destê DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Ji şevê din de heta vê sibehê şer û pevçûn di navbera Şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê li Kobanê berdewam bû ku piştî wî şerî wan çekdaran karîn devera Til Şeîr ya ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Kobanê bixin destê xwe.

Li gotî agahiyên çavkaniyê ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Kobanê, li Devera Til Şeîr ya ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Kobanê di destê Artêşa Azad û Şervanên kurd de bû lê piştî şerkî giran vê sibehê ket destê çekdarên DAIŞê.

Heman çavkaniyan ragihandin ku, ku çekdarên DAIŞê hêzeke mezin anîne derdora Kobanê û niha şer berdewam e.

Li gorî wan agahiyan, ji aliyê rojhilatê bajêr jî niha şerekî giran di navbera Şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê li Kobanê berdewam e. Herwiha li nava bajêr jî şer li taxa Asayîşê û taxa 48 şer berdewame.

Nêçîrvan Hisên da zanîn ku, Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Artêşa Azad ên dijbereya Sûriyê bi hev re li devera Til Şeîrê şerê DAIŞê dikirin. Lê çekên wan kêm mane lewma ji hinek deveran vedikşin û çekdarên DAIŞê pêş de tên û hinek deverên din ketine destê wan çekdaran.
 

Nûçeyên têkildar