26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge nêzîkî riya Mûsilê bûne..DAIŞ paş vedikşe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê hêzên Zêrevaniyê amaje bi pêşrewiyên hêzên Pêşmerge li Bendava Mûsilê kir û ew yek jî diyar kir ku serkeftinên mezin hatine tomar kirin û Pêşmerge ji riya serke ya Mûsilê nêzîk bûye.

Dr. Azad Hewêzî Berdevkê hêzên Zêrevaniyê di daxuyaniyekê de ji KDP.info re wiha got: “Çekdarên DAIŞê xwestin bi nexşeyekê ji bendava Mûsilê nêzîk bibin û ji ber seqa mifa ji wergirtibûn û bi çekên giran li Hêzên Pêşmerge didan, lê Pêşmergeyên qehreman karîn bi tundî li hemû eniyan bersiva wan bidin û wan bişkînin.”

Hewêzî wiha domand: “Bendava Mûsilê ku cihekî stratîjîk e, çekdarên DAIŞê xwestin destê xwe deynin ser û derdora 6 seatan şer berdewam bû û tevî wê jî Hêzên Pêşmerge nikarîn paş bidin û di wî şerî de çend gundên din ketin destê Hêzên Pêşmerge û niha Pêşmerge di pêşrewiyê de ne.”

Berdevkê hêzên Zêrevaniyê ragihand: “Çekdarên DAIŞê bi dehan termên xwe li cihê xwe hiştine û gellek çekên terorîstan ketine destê Hêzên Pêşmerge û ji riya sereke ya Mûsilê pir nêzîk bûne.”

Dr. Azad Hewêzî ragihand: “Moralê Hêzên Pêşmerge pir bilind e ji ber ku tektîka şerê DAIŞê naskirine. Niha DAIŞ dixwaze bi şev êriş bike lê dîsa Hêzên Pêşmerge bi mêrane bersiva wan didin.”
 

Nûçeyên têkildar