26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Derbo: Ev 4 roj in şer li Şingalê berdewam e..Çekên baş gehîştine me

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî ji Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ragihand ku, ev 4 roj in ku şer û pevçûnên giran li Şingalê berdewam e, lê ji ber ku çek û teqemenî û pêdivî gehîştine destê wan, niha li DAIŞê didin û nahêlin ku çekdar nêzîkî çiyayê Şingalê bibin.

Qasim Derbo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand ku, “Ev 4 roj in ku şer û pevçûnên girn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê li Şingalê berdewam e û me derbeyên mezin li wan çekdaran dane û heta îro jî şer berdewam bû.”

Qasim Derbo wiha got: “DAIŞ ji çend aliyan ve êriş kirin û hewl didin bên ser çiyê, lê Hêzên Pêşmerge bi hemû awayekî li wan didin û hîna rê nedane wan ku nêzîk bibin.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê wiha got: “Di nava wan 4 rojan de Hêzên pêşmerge hejamreke mezin ji çekdarên DAIŞê kuştine.”

Qasim Derbo di dawiya gotina xwe de wiha got: “Ji duhî ve çek û teqemenî gehîştine destê me û niha bi tundî çeperên DAIŞê popbaran dikin.”
 

Nûçeyên têkildar