Balafiran li Sûriyê 464 çekdarên DAIŞê kuştyine

Ajans-KDP.info- Operasyonên ezmanî yên balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li dijî pêgehên çekdarên DAIŞê li Sûriyê, ziyaneke mirovî ya mezin gihandine wê rêxistinê.
Ev nêzîk yek mehê ye ku, balafirên ser bi hevpeymaniya navdewletî ve derbeyan li pêgehên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku di medeyayê û seranserê cîhanê de bi navê DAIŞê tê naskirin, li ser axa Sûriyê didin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî hejmara kuştiyên DAIŞê ji encama êrîşên hevpeymaniya navburî aşkere dike.
Li gro daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî, ku îro 23ê Cotmehê belav kiriye, piştî mehekê ji operasyonên ezmanî yên balafirên hevpeymaniya navdewletî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê, 553 kes hatine kuştin.
Rewangehê da zanîn jî ku ji wê hejmarê, 464 ji rêxistina DAIŞê, 57 ji Cebhet el–Nusre û 32 kesên sivîl in.
Pêgehên DAIŞê yên ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve hatine bombebaran kirin li her yek li parzêgehên Heleb, Dlrezo, Reqe, Idilb û Hesekê ne.
Di vê dema dawiyê de jî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletyî cih û pêgehên çekdarên DAIŞê li bajarê Kobanê û derdora wê bi tundî topbaran dikin, hevdemî berxwedaneke mezin ji aliyê şervanên Kurd li wî bajarî di rûbirûbûna çekdarên rêxistina navburî de, ku ji 15ê Lîona burî ve hewla dagîrkirina Kobanê didin.




