Pênciwînî: Rêkeftina Dihokê dîrokî ye..Ji Serok Barzanî hêvî dikim ku aliyên din jî bike yek

Silêmanî-KDP.info- Siyasetmedarê nêzîk ji Partiya Karkerên Kurdustanê (PKK) Mihemed Pênciwînî ragihand ku, ew rêkeftin û hevahengiya ku di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat îmzakirin, xaleke dîrokî û werçerxane di xebata neteweyî û şoreşgêriya Gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Siyasetmedarê kurd Mihemed Pênciwînî ji KDP.info re ragihand: “Rêkeftina Dihokê di vê gonaxê de ku gelê kurd tê de derbas dibe û êrişên mezin li ser proseya siyasî ya Başûrê Kurdistanê û hemû doza Kurd heye, pêngaveke pir girîng e û di cihê xwe de ye ku kurd ji Xaneqînê heta Kobanê şerê terorîstan dikin.”
Pênciwînî wiha domand: “Ev yekîtî û rêkeftin û hevahengî ku di navbera aliyên siyasî yên Rojava de bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Dihokê bi nêrîna min xalekî weçerxane di xebata neteweyî û şoreşgêriya Gelê Kurd li Başûr û rojavayê Kurdistanê.”
Wî kesayetiyê siyasî yê nêzik ji PKKê wiha got: “Rola Serok Barzanî wek Pêşmerge û serkirde û kesayetike mezin îro li ser şanoya siyasî ya Kurdistanê bi pir mezin û tê dîtin. Hêvîdar im ku Serok Barzanî hewlên bêhtir bihe da ku ew nakokî û cudahiyên ku di navbera hêzên Kurdistanê de heye, nemîne û hemû aliyan bike yek.”




