Nêçîrvan Barzanî: Pêdiviya Kurdistanê bi hevkariyên zêdetir ji Amerîka û hevpeymanan heye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser nehêlana metirsiyên terorê lê di warê cebelxane, çekên giran û perwerdekirina leşkerî de pêdiviya Kurdistanê bi hevkariyên zêdetir ji Amerîka û hevpeymanan heye.
Îro pêncşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel heyeteke Amerîkayî yaku ji hijmareke endamên kongressa Amerîkayê û Konsulusê vê welatî yê li Îraqê pêk hatibû civiya.
Di destpêka hevdîtinê de şanda Amerîkayî ji ber aramiya heyî ya li Kurdistanê, şerê qehremanane ya li dijî terorîstên DIŞIê û herwiha jiber hevkarîkirina Penaberan ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku li Amerîkayê gelek dostên Kurd hene ku piştgîriya gelê Kurd dikin.
Heyet herwiha eşkere kir ku Kurdistanê ji bo wan nirxan ku cîhanê bi wan bawermende şerê dijî terorê dike lewre di dema vegerê bo Amerîkayê û amade kirina raportan de bi awayekî berfire û zelal behs li vê yekê dikin ku hêzên Pêşmerge di eniyên pêş yên şer deye û şerê terorîstan dike lewre lazime hevkariya pêşmerge were kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya heyeta Amerîkayî kir û herwiha jiber hevkarî kirina Amerîkayê jî spasiya hikûmet û gelê Amerîkayê kir û got: “Hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser nehêlana metirsiyên terorê ku tevahiya cîhanê kirine amanc lê di warê cebelxane, çekên giran û perwerde kirina leşkerî de Kurdistan pêdiviya xwe bi hevkariyên zêdetir yên Amerîka û hevpeymanan heye.”
Serokwezîrê Kurdistanê hêvî jî xwest ku şanda mêvan di raportên xwe de behsa wan tiştan jî bike.
Di beşeke din ya hevdîtina han de rewşa Iraqê, prosesa siyasî û beşdarîkirina Kurd di hikûmeta nû ya Îraqê û herwiha peywendiyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de jî hatin nirxandin.




