26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Iraqî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Iraqê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rewşa sporê gotûbêj kir û soz da Nêçîrvan Barzanî ku ji niha û şûnde bi yek çavî berê xwe bidin klubên Kurdistan û Iraqê.

Îro pêncşemê 23.10.2014 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Iraqê Ebdulhusên Ebtan civiya ku serdana wî li ser daxwaza Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Herêma Kurdistanê bû.

Di civînê de rewşa spor û ciwanan li İraq û Herêma Kurdistanê, hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta Kurdistan û Iraqê di warê spor û ciwanan de û pêşxistina sporê û lawan li Herêma Kurdistan û Iraqê hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Iraqê Ebdulhûsên Ebtan amadebûna wezareta xwe ku di warê jêrxana spor, ciwan û çêkirina stadyum û salonên werzişî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike û tekez kir ku wezareta wî bi yek çavî berê xwe dide hemû Iraqê û li ser vê bingehê tevdigere.

Ebtan wiha axifî: “Em dixwazin rûpelekî nû ligel Herêma Kurdistanê vekin, ji bo vê mebestê jî wezareta me ofîseke xwe li Hewlêrê vedike, herwiha bajarekî werzişî li Hewlêrê ava dike. Herwiha du komîte jî Wezareta Werziş û Ciwanan a İraqê û Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê bo hevahengî û şopandina kar û proje û hevkariya dualî hatine pêkanîn.”

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe bi hevkarî û hevahengiya navbera herdu wezaretan anî ziman û amadebûna xwe jî pêşan da ku hemû alîkariyekê bikin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ya girîng ew e werzişvan û ciwanên Herêma Kurdistanê hest bi wê yekê bikin hikûmeta federal jî piştgiriya wan dike. Di heman demê de piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanhe bo hikûmeta Ebadî ragehand.
 

Nûçeyên têkildar