De Mistura: Bi pêşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn im û dê bighê armanca xwe
__2014_10_23_h18m35s46__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo karûbarê Sûriyê civiya û di wê hevdîtinê de Staffan de Mistura ragihand ku Herêma Kurdistanê bi mêranî dijberya terorê dike û berevanî û berxwedaniyê dike. Herwiha tekez kir ku ew bi pêşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn e û dê bighê armanca xwe.
Îro pêncşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY bo karûbarên Sûriyayê Staffan de Mistura kir.
Di hevdîtinê de De Mistura kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û ragehand ku ji dema raperîna 1991an heta niha pêşkeftinên mezin û dilxweşker li Kurdistanê de hatine bidestxistin.
De Mistura di beşeke din ji axaftinên xwe de herwiha jiber pêşwazî kirin ji zêdetir ji 1.5 miliyona Penaberan jî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku vê hevkariyên ajansên navnetewî û civaka cîhanî bo Kurdistanê vê berdewam bin.
Staffan de Mistura ragihand ku Herêma Kurdistanê bi mêranî dijberya terorê dike û berevanî û berxwedaniyê dike. Herwiha tekez kir ku ew bi pêşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn e û dê bighê armanca xwe.
Rewşa Iraqê û deverê, metirsiyên teror û pêk anîna hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DIŞIê û herwiha girîngiya beşdarî kirina hikûmeta Kurdistanê di hikûmeta nû ya Iraqê de çend mijarên din yên vê hevdîtina han bûn û di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku bo şerê dijî teror û terorîstan steratejî û siyaseteke hevbeş ya cîhanî lazime û dibe di warê leşkerî û însanî de zêdetir hevkariya Kurdistanê were kirin.
Derbarê rewşa Sûriyayê de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Kêşeya Sûriyê ne tenê kêşeyeke leşkeriye lazime rêbazên çareserî yên siyasî ji qirîza Sûriyê re were dîtin daku aramî ji wî welatî re vegere.”
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya NY û civaka cîhanî kir ku heta niha hevkariya Kobanê kiriye û balkêşande ser vê yekê ku Kurdistanê pêdiviya xwe bi hevkariyên zêdetir heye lazime saziyên cîhanî û welatên din jî zêdetir hevkariya Penaberên heyî yên li Kurdistanê de bikin.




