Liqê 17 şehîdbûna fermandar û Pêşmergeyê qehreman Şêx Xêrî û biraziyê wî ragihand

Şingal-KDP.info- Liqa 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro di daxuyaniyekê de şehîdbûna fermandar û Pêşmergeyê qehreman Şêx Xêrî Mirad Şêx Xidir û biraziyê xwe Xelef Îbrahîm Şêx Xidir li eniyeke şerê li dijî terorîstên DAIŞê ragihand.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye ku KDP.info re hatiye şandin:
Her ji destpêka gef û êrişên DAIŞê ve li ser bajarê şingalê û Herêma Kurdistanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi cane xwe berevaniyeke qehremanî kirin û bi dehan fermande û pêşmergeyên qehereman xwîna xwe fîdayê Kurd û Kurdistanê kirin.
Mixabin îro fermandar û Pêşmergeyê qehreman Şêx Xêrî Mirad Şêx Xidir û biraziyê xwe Xelef Îbrahîm Şêx Xidir li eniyeke şerê li dijî terorîstên DAIŞê şehîd bûn.
Şehîd Şêx Xêrî û malbata wî xwedî pêgeheke mezinin û bilindin di warê civakî de li devera Şingalê û cihê rêz û hurmeta xelkê navçeyê û kurdên êzîdî de.
Şehîd Şêx Xêrî kadirekî dilsozî PDKê bû û li ser rêbaza Barzanî bû û bi fermana Serok Barzanî jî bi erkê fermandariya eniya Sikêniyê radibû.
Piştî êrişên terorîstan li ser Şingalê, şehîd Xêrî di parastina Çiyayê Şingalê de xwedî roleke qehremanî bû û tevlî çendîn dastanên berevaniyê bûye li Çiyayê Şingalê.
Şehîdê qehreman Şêx Xêrî û malbata xwe her ji serdema rêjîma berê ya Iraqê de heta niha gellek qurbanî dane û li eniya berevaniyê de bûn li keramet û şerefa neteweyê de.
Şehîd Xêrî heta dawiya jiyana xwe bi mêranî û serbilindî jiyaye û canê xwe qurbanî berevaniya li niştîman û Çiyayê şingalê kiriye.
Bi vê boneyê em wek liqa 17 ya PDKê serxweşiya xwe li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê û malbata şehîd Xêrî û xelkê xweragir yên devera Şingalê dikin.
Em xelkê xweragir yên Şingalê jî pişrast dikin ku em bi canfîdayî û xweragiriya Hêzên Pêşmerge û xelkê bi şeref ên Şingalê terorîstan bişkînin û wan ji Şingalê derxînin.
Hezar silav li canê şehîd Xêrî yê paqij û şehîdên riya azadîxwaza Kurd û Kurdistanê.
Silv li xweargirî û û qehremaniya wan Pêşmergeyên ku di emiya berevaniyê de ne li ser Çiyayê Şingalê.
Bijî Kurd bijî Kurdistanê
Liqa 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)




