Hêzên pêşmerge li Bendava Mûsilê derbeyên mezin li terorîstan dan

Hewlêr-KDP.info- Hêzên pêşmerge li bendava Mûsilê derbên dijwar li terorîstên DAIŞê dan.
Di vê derbarê de çavkaniyî leşkerî ji KDP.info re ragehand ku îro terorîstên DIŞIê li bendava Mûsilê xwestên êrîşî hêzên pêşmerge bikin lêbelê hêzên pêşmerge bi dijwarî besifa wan êrîşan dan û êrîşî ser terorîstên DIŞIê kirin.
Heman çavkanî eşkere kir ku di encama êrişên hêzên pêşmerge de li devera Telhe Frmandarekî deverê yê terorîstên DAIŞê ê bi navê Ebdulbarî Heqawî yê ku berpirsê leşkerî ya terorîstan li devera Telheyê de bû hatiye kuştin.
Wî çavdêrî eşkere kir ku terorîstê kuştî yek ji berpirsên kuştin û ser jê kirina xelkê ya terorîstên DAIŞê ye û jiber dilreqî û terorîstiya xwe navûdeng derkiriye lê îro ji aliyê hêzên pêşmerge ve li gel hijmareke terorîstên din hatiye kuştin ku yek ji wan jî Cîgirê Ebû Qehtan bûye û navê vî jî Mahir Ebû Casim bûye.




