Balafir berdewam DAIŞ didin ber bombeyan

Ajans-KDP.info- Hêzên hevpeymana navneteweyî yên bin rêvebiriya Amerîkayê li Sûrî û Iraqê 18 êrîşên asmanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê lidarxistin.
Fermandariya Navenda Hêzên Amerîkayê ragihand ku duhî û îro li Sûriyê 6 êrîş bi balafirên şerî li dijî baregeh û çekdarên DAIŞê hatin lidarxistin. Li Iraqê jî 12 êrîş bi balafirên şerî hatîn pêkanîn.
6 êrîşên asmanî yên li Rojavayê Kurdistanê hemû li bajarê Kobanê hat lidarxistin û di encama van êrişan de jî çeperek a şerî, navendek a lojîstîkê û 2 wesayîtên rêxistina DAIŞ hatin rûxandin.
Êrişên asmanî yên li Iraqê jî hemû devera Bendava Mûsilê hat lidarxistin û di encama van êrîşan de jî ûnîteyek mezin, çeperek topavêj, hin baregeh û 3 wesayîtên rêxistina DAIŞê hatin bombebarankirin.
Di daxyaniyê Fermandariya Navenda Hêzên Amerîkayê de hat gotin êrîş di çarçoveya “Bi biyarbûna xwezayî” de ji ber metirsiya DAIŞê ya li Iraqê û ya li ser civaka navneteweyî ji holê bê rakirin hatine pêkanîn.




