Qasim Şeşo: Me derbeyên mezin li DAIŞê dan û 100 çekdarên wan kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, ev sê roj in Hêzên Pêşmerge şer li dijî DAIŞê dikin û bi tundî li terorîstên DAIŞê didin. Herwiha tekez dike ku 100 çekdar bi destê wan hatine kuştin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Beriya 2 rojan li navçeya Şêx Şerfedîn çekdarên DAIŞê êriş kirin ser me û şerke giran derket û Hêzên Pêşmerge jî hatin alîkariya me û gotin eger otombîlên wan bi ser laşê me de jî biçe, em nahêlin ew terorîst bighên mezarê Şêx Şerfedîn û şevekê lib a me man û roja din li ser daxwaza me çûn cihên din.”
Şeşo wiha domand: “Di dema hatina Hêzên Pêşmerge de, çek û pêdivî ji me re bi xwe re anîn û ji hemû aliyekî ve hevkariya me kirin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê wiha got: “Hêzên Pêşmerge berdewan şerê DAIŞê dikin û ew kesên ku şer dikin Pêşmergeyên Partî û Barzanî ne, kesên ku dibêjin Pêşmerge ne wek pêwîst amadeye ti bingeha wan nîne û ji rastiyê dûr in.”
Qasim Şeşo wiha got: “Di 3 rojên borî de hejmarek mezin ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin ku hejmara wan kuştiyan derdora 100 kesî ye.”
Şeşo di dawiya gotina xwe de wiha got: “Em wek kurdên Êzîdî û Hêzên Pêşmerge, em hemû pêşmergeyên Partî û Barzanî ne û her ew in ku li Çiyayê Şingalê şerê DAIŞê dikin û ti hêzeke din liwir nîne.”




