Fransa zêdetir hevkariya Kurdistan dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê Franseyê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser xwesteke Hikûmeta Kurdistanê bo bihzêtirkirina pêywendiyên xwe yên ligel Franseyê de kir û herwiha spasî pêşkêşî Serokomar, Hikûmet û xelkê Franseyê û hatina Serokomarê wî welatî bo Kurdistanê kir û ragehand ku ew serdana han ya weke piştgîriyeke mezin ya siyasî bû bo Gelê Kurd.
Îro çarşemê li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Konsulusê nû yê Franseyê yê li Iraqê Marc Bartty û heyeteke pê re kir.
Hevdîtinê de Bartty kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê û hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîr diyar kir û tekez li ser vê yekê kir vê hewl bo bihêztir û berfiretirkirina peywendiyên navbera Kurdistan û Franseyê de bide.
Bartty herwiha eşkere kir ku Franse berdewam dibe li ser hevkarîkirina Kurdistanê di ware însanî û leşkerî de û bo hevkarî kirina penaberên heyî yên li Kurdistanê de vê di rojên pêşiya me de çend saziyên medenî yên Fransî serdana Kurdistanê bikin.
Navhatî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa çalakiyên çandî yên navenda çandî ya Franseyê li Hewlêrê kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa ewlekarî û prosesa siyasî ya Iraq, girîngiya beşdarî kirina Kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de û herwiha damezrandina hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DAIŞê jî hate kirin û her du alî li ser dîtina çareseriyeke bo rewşa Mûsilê û rizgar kirina vê bajarê ji destê terorîstan hemfikir bûn.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî tekez li ser xwesteke hikûmeta Kurdistanê bo bihzêtir kirina peywendiyên xwe yên li gel Franseyê de kir û herwiha spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê jî pêşkêşî Serokomar, hikûmet û xelkê Franseyê û hatina Serokomarê vê welatî bo Kurdistanê kir û ragehand ku ew serdana han ya bo Kurdistanê weke piştgîriyeke mezin ya siyasî bû bo gelê Kurd.




