26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Rêkeftina Dihokê dîrokî û mezin e.. Silav bo berxwedanî û qehremaniya Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, rekeftina Dihokê pir mezin û dîrokî ye. Herwiha silvên xwe li xweragirî û berxwedanî û qehremaniya Kobanê kir û tekez dike ku serkeftina Gelê Kurd jî li her cihekî be, serkeftina hemû gelê Kurd.

Piştî îmzakirina navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEMê), Serok Barzanî pîrozbahî li Gelê Kurd kir ji bo wê destkefta dîrokî û mezin û pir girîng ku di çarçoveya Rêkeftina Dihokê de bi dest hat.

Çavkaniyeke taybet ji civîna îro ya di navbera aliyên siyasî yên Rojava de ku bi amadebûna Serok Barzanî hat îmzakirin, ragihand ku, “Ev lihevkirina bi navê Rêkeftina Dihokê di navbera aliyên Rojava de, ku wek berdewamiya rêkeftinên Hewlêe ye, Serok Barzanî bi destkefteke mezin û dîrokî da zanîn û ragihand ku tişta ku ji destê Herêma Kurdistanê bê wê ji bo Rojavayê Kurdistanê bike.”

Serok Barzanî di wê civînê de pîrozbahî li Gelê Kurd kir û wiha got: “Silv bo xweragirî û berxwedanî û qehremaniya Kobanê û serkeftina Gelê Kurd jî li her cihekî be, serkeftina hemû gelê Kurd.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Ev rêkeftin persivek bû, bo dijminê Gelê Kurd, ku nedxwestin Kurd yekrêz û yek helwêst bin û berdewam dixwestin navmala kurdî aloz be.”
 

Nûçeyên têkildar