Bi amadebûna Serok Barzanî..Aliyên Rojava rêfeftina xwe îmza kirin

Dihok-KDP.info- Piştî civînên çend rojên borî, Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê (ENKS) û TEV-DEMê îro bi amadebûna Serok Barzanî rêkeftinek di nav xwe de îmza kirin.
Çavkaniyeke nêzîk ji civîna herdu aliyên aliyên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku îro çarşemê (ENKS) û TEV-DEMê îro bi amadebûna Serok Barzanî rêkeftinek di navbera xwe de îmza kirin.
Wî çavkanî tekez kir ku, ev rêkeftin ku bi rêkeftina Dihokê tê naskirin û wek berdewamiya rêkeftina Hewlêrê ya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê ku li ser destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî hatibû îmza kirin.
Çavkaniyekî ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand ku rêkeftina Dihokê destkeftekî neteweyî û niştîmanî mezine bo Rojavayê Kurdistanê û neteweya Kurd e.




