25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi çekên giran heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û nehiştina terorê, pêdiviya Hêzên Pêşmerge bi çekên giran û alîkariya zêdetir heye.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê Sir Richard Ottaway û şandeke ligel kir ku ji hejmarek endamên komîteyê pêk dihatin.

Di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wê pêşketin û aramiya di hemû waran de heye û herwiha ji hewandina wê hejmara zêde ya koçberan jî spasiya gelê Kurdistanê û hikûmetê kir.

Herwiha serdana dawî ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Brîtanya jî erênî nirxandin û daxwaz kirin ku komîteya hevbeş a pêşxistina peywendiyên navbera herdu aliyan were aktîf kirin.

Peywendiyên navbera Hewlêr û Bexadyê, pirsa butçe, meaş, hinardekirina petrolê û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, girîngiya beşdarbûna Suneyan di proseya siyasî ya İraqê de, rola Hêzên Hevpeyman di şerê dijî terorê de, rewşa koçberan, pêwistiya alîkarîkirina wan ji aliyê hikûmeta İraqê û civaka navdewletî ve, rewşa karker, karê sendîka, mafê mirov û mafê jinan li Kurdistanê, mijarên girîng ên hevdîtinê bûn.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Brîtanya kir ku ji bo wê alîkariya leşkerî û însanî û got: ‘’Rast e niha di şerê dijî terorê de însiyatîf ketiye destê Pêşmergeyên Kurdistanê, lê belê ji bo nehiştina metirsiya terorê, pêdiviya Pêşmergeyan bi çekên giran, perwerdekirin û alîkariya zêdetir heye.’‘

Derbarê rewşa koçberan de jî Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Ligel hemû pirsgirêkan jî, Herêma Kurdistanê li ser alîkarîkirina koçberan berdewam dibe.’‘

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku hikûmeta Kurdistanê berdewam kar ji bo pêşxistina karê sendîka ê rêxistinan dike.

Nûçeyên têkildar