26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafirên Amerîka 7 operasyonên ezmanî li dijî DAIŞê pêk anîn

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Fermandariya Navenda Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li Sûriye û Iraqê 7 operasyonên ezmanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê hatîn pêkanîn.

Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê daxuyand li Sûrî 4 û li Iraqê 3 operasyonên bi balafirên şerî li dijî baregeh û çekdarên DAIŞê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku operasyonên li Sûriyê hemû li nêzîkî Kobanê li dijî çeper û endamên rêxistina DAIŞê hatine pêkanin û di encama van êrîşan de jî çeperek, avahiyek û unîteyekî DAIŞê hat rûxandin.

Di encama du operasyonên li Iraqê li Bêciyê li başûrê rafineyên petrolê û li rojhilatê başûrê Bendava Mûsilê çeperen rêxistina DAIŞê hatin bombebarankirin û di encama êrîş li bakurê Feluceyê de jî êrîşen rêxistina DAIŞê hat şikandin.

Di daxyaniyê de hat gotin êrîş di çarçoveya “Bi biyarbûna xwezayî” de ji ber metirsiya DAIŞê ya li Iraqê û ya li ser civaka navneteweyî ji holê bê rakirin hatine pêkanîn.
 

Nûçeyên têkildar