Serokatiya Kurdistanê daxwaza razîbûna Parlementoyê bo şandina pêşmerge bo Kobanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Parlementoyê kir gotûbêjê li ser şandina Hêzên pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê bike.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdustanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji KDP.info re ragehand ku, “Îro danê êwarê Serokatiya Herêma Kurdistanê nameyek ji parlementoya Kurdistanê re şandiye da ku di rûniştina sibe de, şandina Hêzên pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.”
Xoşnaw eşkere kir ku, “Serokatiya Herêma Kurdistanê di vê nameya han de daxwaz ji Parlementoyê kiriye daku di civîna xwe ya sibê de gotûbêj li ser şandina Hêzên pêşmerge ji Başûr bo Rojavayê Kurdistanê bike û di vê derbarê de îzna xwe derbike.”
Wî parlamenterê PDKê wiha domand: “Sibe seat 10 civîna Parlamentoya Kurdistanê wê det pê bike û ew daxwazî dê di nava karê parlamentoyê de be. Hevdem biryar e û bi piştrastî ku biryar li ser wê yekê bê dan û piştre Hêzên Pêşmerge biçin Rojavayê Kurdistanê da ku şerê DAIŞê li Kobanê bikin.”




