Mislim: Em spasiya Kurdistanê û gelê Başûr dikin ji ber wan alîkariyên ku şandin Kobanê

Hewlêr-KDP.info- Hevserokê PYDê Salih Mislim ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re ragihandiye ku partiyên Rojavayê Kurdistanê dê di demek nêzîk de arîşeyên xwe çareser bikin. Her wiha ragiahnd ku ji bo wan gel girîng e çek yên gelê Başûr in lê rola Mesûd Barzanî di vê yekê de mezin nirxand.
Hevserokê PYDê Salih Mislim, îro çû Parlamentoya Kurdistanê û bi Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed û Alîkarê wî Ceifer Êminkî û Sekreterê Parlamentoyê Fexredîn Qadire re rûnişt.
Li gorî daxuyaniya parlamentoyê, Salih Mislim piştgiriya Parlamentoya Kurdistanê li hember rêveberiya Rojavayê Kurdistanê wek erkek niştimanî û netewî daye zanîn.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed jî ji Salih Mislim re gotiye, em hêvîdar in civînên we û aliyên din ên Rojava alozî û nakokiyên navbera we çareser bike. Ji ber ku niha dema hevkariyê ye. Em hêvîdar in hûn nakokiyên xwe bidin aliyekî û hemû bi hev re li dijî terorîstan bisekinin.
Li ser rewşa civînên ku ev çend roj in li Dihokê didomin, Salih Mislim got, pêşketin hene. Emê di demek nêzîk de arîşeyên xwe çareser bikin û em nahêlin êdî nav mala kurd aloz û ji hev belav bibe.
Beriya ku Salih Mislim bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê re rûnê, li ser serdana xwe got, em dixwazin spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelê Başûr bikin ji ber wan alîkariyên ku dane gelê Rojavayê Kurdistanê.
Hevserokê PYDê Salih Mislim, piştî ku digel şanda Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê civiya, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Hevserokê PYDê Salih Mislim piştî hevdîtina digel Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand, vebûna rê ji bo şandina hêzên Pêşmerge bo Kobanî serkeftina dîplomasiya kurdî ye. Li ser şandina çekan jî Mislim got, ji bo me gel girîng e çek yên gelê Başûr in lê rola birêz Mesûd Barzanî di vê yekê de mezin bû.
Salih Mislim, anî ziman ku wî ji bo ku spasiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bike, serdana parlamentoyê kiriye.
Hevserokê PYDê li ser şandina çekan bo Kobanê û nakokiyên ku li ser vê yekê di navbera PDK û YNKê de derketiye jî got, ji bo me gel girîng e çek yên gelê Başûr in lê em dizanin ka birêz Mesûd Barzanî ji bo vê yekê çi kir. Em tenê spasiya wan dikin vêca kî şandibe.




