Şandina Hêzên Pêşmege bo Kobanê hîna nebûye biryar

Hewlêr-KDP-info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, îro bo şandina hêzê bo bajarê Kobanê civînek li ser asteke bilind hat saz kirin lê hîna ti biryar nehatiye dan.
Helgurd Hikmet Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmata Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Niha ti biryarek bo şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanê nehatiye şandin, ji ber ku ew mijar tê nirxandin û îro jî bo vê mebestê civînek li ser asteke bilind hat saz kirin.”
Hikmet wiha got: “Pêwîst e mîkanîzmek bo çawaniya şandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bê danîn û em nasbikin pêwîstiya Kobanê bi çi hêzekê heye lewma niha em wê yekê dinirxînin û piştre emê biryara xwe bidin.”




