DAIŞ di hewla girtina Çiyayê Başîkê de şikestin xwar..gellek çekdarên wan hatin kuştin

Mûsil-KDP.info- Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, îro çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Çiyayê Başîkê da ku bixin destê xwe, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan terorîstan dan û di encamê de ew hatin şikestin û 14 çekdarên wan kuştin.
Serbest Tirwanşî Berpirsê liqa 9 a PDKê ji KDP.info re ragihand: “Îro çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge û nêzîkî çeperê wan bûn, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û li pêşiya wan sekinîn û êrişa wan pûç kirin, di demekê de ku nexşeyek bo kontrolkirina Çiyayê Başîkê.”
Tirwanşî wiha got: D”i encama topbaranê de Hêzên Pêşmerge 8 çekdar kuştin û 6 jî birîndar bûn.”
Berpirsê liqa 9 a PDKê Serbest Tirwanşî wiha got: “Niha çekdarên DAIŞê ji wê deverê reviyane û navçe aram bûye.”




