25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya Navxwe ya Parlamento: Ne dema muzayedeya siyasî ye..Pêwîst e kurd yekrêz bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku, niha ne dema wê yekê ye ku em destkeftên niştîmanî bikin destkeftên aliyekî bi tenê, ji ber ku niha ne dema muzayedeya siyasî ye û ew dem çûye û niha pêwîstiya kurdan bi yekrêziyê heye.

Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji KDP.info re ragihand: “Em dilxweşin ku Herêma Kurdistanê çek ji Kobanê re şandin, lê niha ne dema wê yekê ye ku em destkeftên niştîmanî bikin destkeftên aliyekî bi tenê, ji ber ku niha ne dema muzayedeya siyasî ye û ew dem çûye.”

Nazim Herkî wiha domand: “Niha em nikarin xelkê bixapînin, ji ber ku ew qonax çûye, lewra niha dema yekrêziya navmala kurdî ye.”

Herkî da zanîn ku, “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her ji detpêka bûyerên Kobanê ve hemû hewlên xwe dan bo hevkariya Kobanê bi taybetî ligel welatên cîhanê. Cihê dilxweşiyê ye ku piştî wan hewlan duh çek gihîştin nava Kobanê, ku ev yek destkefteke mezin e bo hemû xelkê Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar