25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çiyayê Şingalê..Hêz û çek gihîştine Hêzên Pêşmerge..DAIŞ didin ber bombeyan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ragihand ku, ji vê sibehê şerekî giran di navbera Hêzên pêşmerge û terorîstên DAIŞê de derket. Lê cihê dilxweşiyê ye ku çek û hêz gihîştin destê pêşmerge li wir û bi tundî li DAIŞê didin.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê seat 5 terorîstên DAIŞê bi nêzîkî 40 hemeran êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge û heta vê êvarê jî ew şer berdewam bû.”

Şeşo wiha domand: “Piştî gihîştina hêz û çekan niha morale Hêzên pêşmerge bilind e û bi tundî DAIŞ didin ber bombeyan. Herwiha ziyaneke mezin gihîştiye wan çekdaran. Min bi xwe termê 4 çekdaran dît.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê wiha got: “Niha hêzeke li çiyayê Şingalê ne û şer jî didome. Hêzên Pêşmerge bi tundî li DAIŞê didin û derbeyên mezin li DAIŞê didin.”

Nûçeyên têkildar