26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Pêşmerge hêza yekane ya cîhanê ye ku li dijî terorîstên DAIŞê di pişrewiyê de ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulusê Kanadayê yê li Iraq û Urdinê kir û di wê hevdîtinê de raghand ku, Pêşmerge hêza yekane ya cîhanê ye ku li dijî terorîstên DAIŞê di pişrewî deye û tekez li ser girîngiya dabînkirina çekên giran û amûrên pûçkirina mayînan bo hêzên pêşmerge kir.

Îro duşemê 20-10-2014 li Dihukê Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kanadayê yê li Bexda û Urdinê Bruno Saccomani kir.

Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya eniyên şer û pêşrewiyên Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê û herwiha pêdiviyên hêzên pêşmerge hate nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî got, Pêşmerge hêza yekane ya cîhanê ye ku li dijî terorîstên DAIŞê li pişrewî deye û tekez li ser girîngiya dabînkirina çekên giran û amûrên pûçkirina mayînan bo hêzên pêşmerge kir.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya hevdîtina han de got: “Ew şer şereke navnetewiye û lazime tevahiya aliyan tê de roleke girîng bilîzin û bêyî çekên giran û pêşkeftî têkşikandin û ji navbirina terorîstan ne asane jiber ku DAIŞ hîn jî li Sûriya û Îraqê xwedan hêz û karînên êrîş kirinê ye û ew şera han vê bidome.”

Di berdewamiya hevdîtina han de Saccomani jî jiber afirandina derfeta hevdîtina han spasiya Mesrûr Barzanî kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kanada di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de vê hevkariya Kurdistanê bike.

Saccomani herwiha behsa peymana ku di navbera Kanada û Wezareta Pêşmerge de hatiye îzme kirin û anî ziman ku weke Kanada vê di nava hevpeymaniya cîhanî de li dijî terorîstên DAIŞê roleke girîng bilîzin û beriya niha jî Parlementoya Kanadayê biryar daye daku di warê asmanî de beşdariya hevpeymaniya cîhanî bo şerê dijî terorîstên DAIŞê bike.

Di dawiya hevdîtinê de her du alî behsa dabîn kirina hevkariyên însanî bo penaberên ku li Kurdistanê dene ji aliyê Kanadayê ve kirin.
 

Nûçeyên têkildar