25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li şerfedîn Hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Îro piştî ku terorîstên DAIŞê li sînorê Çiyayê Şingalê êriş kirin û xwestin bighên nava Şerfedînê, lê Hêzên Pêşmerge li wî sînorî bersiva wan terorîstan dan û karîn çekdarên DAIŞê bişkînin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li hêza yek a Hêzên Zêrevanî yên Hêzên Pêşmerge Macîd Xalîd ji Şerfedînê ji KDP.info re ragihand ku, “Îro piştî ku terorîstên DAIŞê li sînorê Çiyayê Şingalê êriş kirin û xwestin bighên nava Şerfedînê, lê Hêzên Pêşmerge li eniya Şerfedîn bersiva wan terorîstan dan û piştre çend seatan şer derket û Hêzên Pêşmerge karîn çekdarên DAIŞê bişkînin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge di dawiya gotina xwe de wiha got: “Niha rewş hinekî aram bûye û di encamê wî şerî de jî Hêzên pêşmerge karîn derbeke mezin li wan terorîsatan bidin û hejmarek mezin ji wan bikujin û wan birîndar bikin.”
 

Nûçeyên têkildar