26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Amerîkayê rê li pêşiya bazirganîkirina DAIŞ bi petrolê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrnam Barzanî pêşwazî li nûnerê taybetî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê kir û di wêv hevdîtinê de Kurdistan û Amerîkayê rê li pêşiya bazirganîkirina DAIŞ bi petrolê gotûbêj kirin.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel heyetke Amerîkayî ya bi Serokatiya nunerê taybetî yê wezareta derve ya Amerîkayê bo karûbarên enerjî Amos Hocstian kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusên Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê û herwiha Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrên çavkaniyên xwezayî jî tê de amade bûn rewşa niha ya Kurdistan, Iraq û deverê bi awayekî giştî hate nîqaşkirin û her du alî behsa metirsiyên terorîstên DAIŞê li ser deverê kirin û balkêşandine ser hewldanên terorîstan bo fêde wergirtin ji petrola deverê û tekez li ser vê yekê kirin ku pêwîste tedbîrên pêwîst di vê warî de werin stendin û rê neyê dayîn daku terorîstên DAIŞê bazirganî bi petrola wan deveran ve bikin ku dagîr kirine.

Her di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa hewldanên dezgehên têkildar yên hikûkmeta Kurdistanê bo pêşî girtin ji bazirganiya DIŞIê bi petrolê kir û eşkere kir ku berê niha jî hikûmeta Kurdistanê bo vê mebestê komîteyeke taybetî damezrandibû.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa prosesa siyasiya Iraqê û girîngiya beşdarî kirina Kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de hate kirin û heyeta Amerîkayî kêfxweşiya xwe ya li hember dest bikar kirina wezîrên Kurd di hikûmeta nû ya Îraqê de diyar kir.

Her du alî hêviya vê yekê xwestin ku beşdarî kirina Kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de bibe derfetek bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Nûçeyên têkildar