26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ li 7 eniyan hat şikestin û Hêzên Pêşmege serkeftinên mezin bidest xistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ji vê sibehê heta niha şer li eniyên şer di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de didome û DAIŞ li 7 eniyan hat şikestin û Hêzên Pêşmege serkeftinên mezin bidest xistine.

Çavkaniyekî leşkerî pilebilind ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku vê sibehê terorîstên DAIŞê li Komelgeha Burgê ya Şingalê û eniya Rebîe û Ebû Huceyre û riya Bendava Mûsilê li Simêhla û li eniya Xazir û Çiyayê Zertek û li başûrê Giwêr û her wiha li Wanikê li eniya Bendava Mûsilê, êriş kirin ser çeperên Hêzên Pêşmerge û di encamê de li hemû eniyan ew terrorist bi awayekî mezin hatin şikestin û bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termên xwe bi cih hiştin, her wiha çek û teqemeniyên xwe li şûna xwe hiştin û reviyan.”

Wê çavkaniya leşkerî ya pilebilind wiha got: “Di encama xweragiriya qehremanên Hêzên Pêşmerge, terorîstên DAIŞê nikarîne bistekê pêşve bên û bi awayekî mezin hatin şikestin.”
 

Nûçeyên têkildar