25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xerîb Heso: Tenê Hikûmeta Kurdistanê ji Kobanê re şandine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) li Herêma Kurdistanê eşkere kir ku tenê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdiviyên leşkerî û tendirûstî ji wan re şandine Kobanê û evna jî bi hewldana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ligel civaka navdewletî bûye.

Di vê derbarê de Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê Xerîb Heso ji KDP.info re got: “Çek û pêdiviyên leşkerî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi balefirên hêzên Amerîkayê gehiştine bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.”

Heso wiha axifî: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hewldaneke zêde ligel civaka navdewletî, Amerîka rê da çek û pêdiviyên leşkerî bo Kobanê bên veguhestin, em geleke spasiya hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ku karî Amerîka û civaka navdewletî bîne ser xetê daku alîkariya leşkerî ji Kobanê re bê şandin.”

Hêjayê gotinê ye balefirên şer ên Amerîkayê çek, teqemenî û pêdiviyên leşkerî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji şervanên Kurd ên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê re avêtin xwarê.

Li gor Serkirdayetiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, balefirên şer çek û pêdiviyên leşkerî ji şervanên Kurd re bi rêya esman berdan bajarê Kobanê daku şervanên Kurd wan di şerê li hember DAİŞ’ê de bikar bînin. Berdevkê Yekîneyên Parastina Ge
 

Nûçeyên têkildar